BEHDÎNAN – HPG ragihand ku li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê di çalakiyên gerîlayên Kurdistanê yên 5, 6 û 7’ê Kanûnê de leşkerekî Tirk hate cezakirin, 3 kamerayên Mobesse û çeperek hate rûxandin.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 5’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 6’ê Kanûnê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.
- 7’ê Kanûnê saet di 10:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan daran bibirin bi sekvaniyê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.
Li herêma Metînayê;
- 4’ê Kanûnê saet di 16:30 û 5’ê Kanûnê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî bombeyan li çeperên şer bibarînin, bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî hate kirin.
- 5’ê Kanûnê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Çarçelê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.
Li herêma Xakurkê;
- 7’ê Kanûnê saet di 08:00 de li hemberî dagirkerên li Girê Şehîd Axîn û Girê Şehîd Kamûran bi hevdemî çalakiya bi çekên giran hate kirin û di encamê de çeperek hate îmhakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gaza kîmyewî, teqemeniyên qedexe û bi dronên teqemenî barkirî;
- 3, 4 û 7’ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 11 caran bi gazên kîmyewî û 7 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 5’ê Kanûnê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 5’ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên şer ên Şehîd Diyar carekê bi droneya bombebarkirî hatin bombekirin.
- 5 û 6’ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
- 3, 5, 6 û 7’ê Kanûnê li herêma Metînayê Gundê Bêşîlî, Gundê Xankê, Gundê Dergelê 8 caran, li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Ava Lolanê, Kolît û Geliyê Lolanê 9 caran, li herêma Garê Deşta Kafya, Gundê Gûzê 2 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 7 caran, bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 7’ê Kanûnê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.