TIL TEMIR – Îro saetên berbangê de dewleta Tirk gundê Dişîşa yê Tiltemirê topbaran kir. Di encama topbaranê de 4 kes birîndar di nav de jin û zarok hene. Dagirkeriya Tirkiyê di saetên berbangê de, gundê Dişîşa yê ku rojavayî navçeya Til Temirê û li ser rêya M4 dikeve, malên sivîlan topbaran kir.
Di tobaranê de 4 kes birîndarin di nav de jinek û zarokek heye. Birîndar niha li Nexweşaneya Reca a Hesekê tên dermankirin.
Dewleta Tirk a dagirker rojane gundên li ser xeta sînor tobparan dike û sivîlan dike armanc. Lê li dijî hedefgiritna jin û zarokan rêxistinên mafên mirovan yê navneteweyî bêdengiya xwe didomînin.