BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 8’ê Kanûnê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên grian û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.
- 9’ê Kanûnê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
- 10’ê Kanûnê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
- 10’ê Kanûnê saet di 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;
- 8’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê çeperên me yên şer 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 8’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê, çeperên me yên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
- 8, 9 û 10’ê Kanûnê li herêma Garê Deşta Kafya, Gundê Şiyê 3 caran, li herêma Metînayê Gundê Şêlazê, Serê Metîna 4 caran, li herêma Xakurkê Ava Lolanê, Goşînê, Sinînê, Girê Berbizina, Xinêra Jor 7 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 8’ê Kanûnê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”