PARÎS – Kongreya 3. yemin ya Tevgera Ciwanen Şoresger ku me li Parîsê li dar xist, bi coş û moraleke mezin bi dirûşma bi rêxistinbûna xwe azadkirina Rêber Apo pêş bixine ha kirin. Nîqaşên ku di kongreyê de hatin kirin, biryarên hatin girtin û plansaziyên hatin lidarxistin rola diyarkirina rêgeza pêşketina pêvajoya pêşerojê ye. Di çarçoveya biryarên di kongreyê de hatin girtin, di esasê xwe de sala 2024’an de yek ciwanek bê rêxistin nemîne. Şîara bingehin a kongreyê erka herî sereke fizîkî azadiya Rêber Apo hatiye diyarkirin. Biryarên ku me di kongreyê de di çarçoveya tevlêbûna hemleya azadiya Rêber Apo de, pêşxistina nîqaşan, plansazkirin û pêşengtiya wê de weke erka herî sereke ya vê pêvajoyê me biryarên bi vî rengî girt:
- Em 1’emîn Kongreya xwe diyarî hevalên xwe yên Şehîd Dîdar û Şehîd Berxwedan Çyager ên ku di nava xebatên me de cih girtine û piştre di têkoşîna azadiya gelê Kurd de şehîd bûne, dikin.
- TCŞ, têkbirina êrîşên qirkirinê yên dagirker ên li Kurdistanê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di azadiya Rêber APO de ye. Ewlekarî û azadiya Rêber APO weke azadiya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat qebûl dike û li ser vê bingehê azadiya Rêbertî dike navenda hemû xebatan. Ji ber vê jî li ser bingehê şêwazeke têkoşînê ya bênavber û piralî ye. Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku ji bo azadiya Rêber APO hatiye destpêkirin bi biryardarî berdewam dike.
- Berdewamkirina civîn, konferans, semîner û panelan nêrînên Rêbertiyê yên li ser jin, bawerî, demokrasî, ekolojî, îndustriyalîzm û hwd ji bo gihandina hemû li herêman biyanî.
- TCŞ, Paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk a demokratîk a Rêbertiya navenda xebata xwe de cih dike.
- Kesayet, helwêstên ku haya wan ji rastiya dijmin tune ye, ji bo têkbirina dijmin têra xwe îdia dikin û amadekarî û plansaziya pêwîst nakin şermezar dike, berovajî vê yekê serkeftina ku dijminan têk dibe, li her cih û şert û mercan xwe li ser kesayet, şêwaz û helwestê zaferê esas digire.
- Akademiya komun-parlamento û xebatên kooperatîf ên ku bingeha rêxistina TCŞ’ê ne, di her qadê de weke rêxistineke jiyanî bê dîtin û bi dirûşima “Gel heta ku rêxistin dike heye” hûn wan bi rêxistin bikin.”
- Pêkanîna xebatên rêxistinî bi rêbazên dewlemendtir, gihandina beşên berfireh di çarçoveya pîvanan de û zêdekirina xebatên çandî û hunerî.
- Pêşxistina xwendina xebatên xwendekaran li zanîngehan, ku xebatê xwendekaran xebata herî stratejîk e ji bo derbaskirina astengiya kalîteyê ya di xebata ciwanên Ewrupa de, bi platformên nerm û rêxistinên cihêreng li gorî hewcedariyên xwe pêşxistin.
- Pêşxistina lêkolînên çandî li dijî kêmbûna çandê û helandinê. Di afirandina civakeke demokratîk û komînal de xebatên çandî weke xebata herî bingehîn nirxandin.
- Di propaganda û binavkirina rêxistinên me de “Kurdistan”, “Kurdayetî” û dîrok û erdnîgariya Kurdistanê nîşan dayîn.