EDENE – Ciwanên Welatparêz ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û bi giştî polîtîkayên faşîst ên li ser girtîgehan û ji bo piştgirîkirina grevên birçîbûnê yên 14 roj in ji aliyê girtiyên siyasî yên li girtîgehan ve didome, li Edeneyê meşek lidarxistin. .
Di axaftina ciwanan a beriya meşê de, “33 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Weke ciwanên Apoyî em ê tecrîdê bişkînin. Em ê hesabê ji Komara Tirkiyeyê bipirsin.” hat gotin. Ciwanên Welatparêz di tevahiya meşê de bê navber siloganên “Bijî Serok Apo”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Ciwan fedaî Rêber Apo ne” berz kirin.