REQA – Di çarçoveya hemleya navnetewî “Ji Rêber Apo azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, li bajarê Reqqayê tevgerên ciwanan çalakîyên xwe didomînin.
Îro pirtûkxaneya gerok bi pirtûkên Rêber Apo ji ber Meclisa Ehmed El-Şeban berdewan kir. Çalakî bi deqayekî rêzgirtin li ser jiyana şehîdan dest pê kir û ji aliyê berdevkê Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê Muwefeq Îsmaîl axaftinek hate kirin. Çalakî bi axaftina dawî ya Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Reqa û gundewarê wê Letîfe El-Hesen bi dawî bû.