NAVENDA NUÇEYAN – Komek jinên endamên femînîstên Abya Yala nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kirin û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO kampanyaya xwendina nivîsên Rêber APO. Jinan ji pirtûka Rêber APO a bi navê “Kuştina Mêr” beşa “Li dijî zilamê serdest qutbûna zayendiya sêyemîn a mezin” xwendin. Ji Bolîvya, Paraguay û Ekvadorê hunermend û aktîvîstên navdar ên wekî Claudia Korol, Georgio Andini, Adriana Guzman beşdarî kampanyayê bûn.
PARADÎGMA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK LI BOGOTAYÊ HAT NASANDIN
Li paytexta Kolombiya Bogotayê li navenda pirtûkê ya “La Valija de fuego” di çarçoveya Rojên Pirtûkan ên Abdullah Ocalan de çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji bilî biyografiya Ocalan, paradîgmaya modernîteya demokratîk jî hate nasandin. Bi taybetî berhem û gotarên ku bi Spanî hatine wergerandin hatin pêşkêşkirin.
ZAROKÊN RARAMÛRIYÎ PIŞTGIRÎ DAN PÊNGAVÊ
Gelê Raramûrî ku yek ji gelên xwecihî yên li bakurê Meksîkayê ne, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî“ rêze çalakî li dar xistin. Yek ji çalakiyan bi beşdariya zarokan dibistana seretayî ya xweser a ku gelê Raramûriyê bi derfetên xwe ava kiribûn pêk hat.
Di çalakiyê de bîranînên zarokatiya Rêber APO û têkiliya wî ya bi xwezayê re hatin vegotin. Çalakî ji zimanê Spanî wergerî zimanê Raramûrî hate kirin. Di dawiya çalakiyê de zarokan bi berzkirinadirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî” dilsoziya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan dan.