ÊLIH – Weke ku tê zanîn duh li taxa Sûrê li qada Şêx Seîd pankarta ku wêneyên rûspiyên Kurdan li ser kiribûn, ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve li Surên Amedê hate daliqandin. Ciwanên welatparêz li ser pankarta ku daliqandibûn nivîsa “Ez Kurd im, nemir im” nivîsandibûn û heqaretên beramberê ku li Amedê bi bulvareke bi navê Şêx Saîd hat vekirin derketibun, bertek nîşan dan.
Îro jî pankarta bi wêneyê Şex Saîd li ser Pira ongozlu a Amedê ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hate daliqandin. Ciwanan li ser pankarta ku daliqandine nivîsa “Şêx Said rûmeta me ye”nivisandin. Di heman demê de îro danê êvarê Meclisa Ciwanên Partiya DEM’ê ya Êlihê nerazîbûn nîşanî heqaretên li dijî Şêx Seîd dan û pankarta ku nivisa “Şêx Said Rumeta me ye” hatiye nivisandin daliqandin.