NAVENDA NÛÇEYAN – Di Peymana Civakî de ku herî dawî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat erêkirin û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedihewîne, beş û gotarên têkildarî ciwanan:
“Ciwan hêza pêşeng a şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk de rola pêşeng dilîze û li gorî vê esasê xwe bi rêxistin dike. Rêxistinên ciwanên demokratîk di nav xwe de dihewîne û bi rengekî yekta tê birêxistinkirin. Dikare weke komun, meclîs, komele, akademî û kooperatîfan were birêxistinkirin. Nûnertiya hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û têkildarî ciwanan biryaran dide. Di warên rewşenbîrî, çandî, aborî, siyasî û dîplomatîk de li gund, bajarok, bajarok û kantonan tê organîzekirin. Polîtîkayên têkildarî ciwanan û projeyên stratejîk pêş dixe. Têgihiştina huner û werzîşê ya demokratîk û sosyalîst pêş dixe û li dijî hemû pêkanînên exlaqî yên modernîteya kapîtalîst li dijî ciwanan bi huner û werzîşê pîşesazî û yekdestdar dimeşîne. Di rêxistinkirina hêzên parastina ciwanan a civakê de roleke pêşeng dilîze. Jinên ciwan bi awayekî xweser xwe birêxistin dikin û di pêşxistina sîstema konfederalîzma demokratîk de rola pêşeng dilîzin. Meclîs xebatên xwe li gorî rêziknameya xwe ya navxweyî birêxistin dike.
Meclîsa Ciwanan ya Bakur û Rojhilatê Surîye
- Meclisa Ciwan hêza pêşeng ya şoresa Bakur û Rojhilatê Surî ye. Ji bo rêxistinkirina pergala konfedaralîzma demokratîk pêşengtî dike û pergala konfedaral a ciwanan înşa dike.
- Ji bo rêxistinên ciwanan yên ku xwe li ser esasa azadîxwazî û demokratik birêxistin dike rêxistina siwan e û pergala konfederala demokratik e.
- Xwe bi şêwaza komîn, meclîs, ocax(wargeh), yekîtî, komel, akademî û kooperatîf birêxistin dike.
- Meclîsa Ciwanan ya Bakur û Rojhilata Surî, temsîliyeta hemû ciwanên Bakur û Rojhilata Surî dike û biryarên girêdayî ciwanan digre.
- Xwe bi çarçoveya hişmediya konfedarala demokratîk di hemû taxan, belde, navçeyan, bajaran û kantonan da bi şêwaza komîn û meclis birêxistin dike.
- Ji bo ciwanan polîtîkayên gelemperî diyar dike û ji bo jiyanek azad plan û projeyên stratejik ava dike.
- Xwe di hemû qadan da li ser esasa bîrdozî, civakî , siyasî, çandî, aborî û parastina cewherî birêxistin dike.
- Meclîsa Ciwanan li hember modernîteya kapîtalîst ya ku bî armanca pûçkîrîn û bêhîşkîrîna cîwanan va werzîş û hûner yekdestdar dike û endustrîyalîze dike disekine, pêşxistin û rêxistinkirina hûner û werzîşa demokratîk û sosyalist esas digre.
- Hemû faalîyetên werzîş di Bakur û Rojhilatê Sûrî da pêk tê, bin sîwana Meclîsa Ciwanan tê birêxistin kirin û wan faalîyetan bi navê ‘’Yekîtiya Werzîşê’’ xwe xweser birêxistin dike.
- Jinên Ciwan di nav Meclîsa Ciwanan da xweser xwe birêxistin dike. Rola pêşengtî ji bo pêşxistina Konfederalîzma Ciwanan a Demokratîk dilîze.
- Meclîsa Ciwanan ya Bakur û Rojhilatê Surî ,kar û xebatên xwe li gorî hevpeymana xwe ya hundirîn rêxistin dike.