DÊRÎK – Li kampa penaberan Newroz a Dêrîk navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser navê Şehîd Ebdulhemîd Ehmed, şervanê QSD’ê ku di 23’ê Mijdarê de li Til Temir di êrîşên dewleta a Tirk a dagirker de şehîd bû, hate vekirin.
Bi sedan ciwan û şêniyên Kampa Newroz ji bo vekirina navendê kom bûn û silogana “Şehîd Namirin” berz kirin. Di vekirina navendê de bavê Şehid Ebdulhemîd axivî u behsa rola pêşeng a ciwanan di nav civakê de u erkê deme kir.
Ciwanan bi coş u moralek mezin bi şahîyekî çêkirin û vekirina navendê bi govend u stranan bi dawi bû.