MEXMÛR – Civîna Salane ya Tevgera jinên ciwan (TJCM) a Wargeha şehîd Rûstem Cûdî a mexmurê bi tevlîbuna 40 endaman, 15’ê Kanûnê saat 9’ê sibehê hate lidar xistin. Ev civîn bi tevlîbuna endamên Tevgera Jinên Ciwan, Jineolojî, meclîsa Îştarê, Yekîtiya Xwêndevanên Azad, Rajîn û komîteyên semtan rêveçû.
Di serî de bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên rêya şoreşa kurdistanê civîn destpê kir. Perspektîfên Rêber Apo ji aliyê Kajîn Ozek hevberdevkê xebatê TCM ve hate xwendin. Rapora kar û xebatê salêk vî ji aliya Zîlan Ozek endamê TJCM ve hate xwendin.
Rewşa Rêber Apo û bi vê girêdayî rewşa siyasî,civakî û rewşa jinên ciwanên cîhanê hatine nîqaş kirin. Di heman çarçoveyê de mijarê esasî ku hate destgirtrin şerê taybet a kû liser jinên ciwan a wargeha şehîd Rustem cûdî a Mexmurê tê meşandin bû. Di heman demê de hêza têkoşîn kirina li diji vê û hêza çareseriye hate bersifandin.
Planameya kar û xebatê salêk hatine pêşniyar kirin.
Bi biryardariyêk bilind, bi coş û germahiyêk mezin bi slogana jin jiyan azadî, Bê serok jiyan nabe civîn bi dawî bû.