TIL RIFAT – Jinên li Til Rifatê derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.
Ruweyde Elî ku eslê xwe ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ye, wiha axivî: “Şer û dagirkirina bajarê Efrînê, berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo. Hemû cîhan bi rê û rêbazên cuda hewl dide îrade û berxwedana me têk bibe. Dewleta Tirk a faşîst tecrîda girankirî li ser Rêber Apo. Zêdetirî 3 sal in xizm û parêzerên wî nikarin biçin serdana wî. Em dibînin ku dewleta Tirk bi alîkariya welatên sermayedar, bi rê û rêbazên cûrbecûr şerê fikira Rêber Apo dike. Me weke jin hêz û îradeya xwe ji fikrê Rêber Apo girtine. Rêber Apo jiyan û azadî daye jinan.”
Ruweyda di dawiyê de wiha got: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin ta ku tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û em bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku bibin yek û xwedî li berxwedana Rêber Apo derkevin. Jinên Ereb bi saya fikrê Rêber Apo azad bûn.”
Eyşe Mihemed jî ku eslê xwe ji şêniyên herêmên Şehbayê ye axivî û got: “Berî fêrbûna fikra Rêber Apo, jin ji hemû mafên xwe bêpar mabûn, bi taybet di pêkhateya Ereb de, jin di bin tecrîdê de bûn. Piştî ku ez nêzî tevgerê bûm û beşdarî hin waneyan bûm, min hin pirtûkên Rêber Apo xwend. Min dît ku divê jin xwe keşif bike.
Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinên Ereb li ber xwe didin û xwe azad kirine. Jin tevahiya civakê ye û em weke jinên Ereb daxwaza azadiya xwe dikin.”