NAVENDA NUÇEYAN – Ji dîrokê heta roja me ya îro, di bingeha sedema parçebûn û belavbûna hemû başî û nirxên ku ji bo aramiya civake hatine afirandin de xiyanet veşartiye. Yek ji tişte herî qirêj di vê dinyayê de xiyanet e. Bi taybetî dema ew bi zanebûn li ser esase zirar dayina nirxan tê kirin zêdetir berbiçav dibe. Bi avabûna pergala zilamsalar ve mirov ji heqîqet û rastiya xwe jî dûr ketiye. Ev di nav civakê de li pêşiya şer, pêvçûn û dijminahiyê vekiriye. Bi şêweyên cûda her kes kêm zêde rastî xiyanetê hatiye. Ev jî bandorekî mezin li ser baweriya civakê dike. Dihêle ku mirov nema hêsan baweriya xwe bi yekî re bîne. Bi taybet jî nikare bi însanên ku nû nas dike re zû baweriya xwe bîne. Yanî xiyanet tiştekî wisa ye ku bi taybet bandora xwe li ser civakbûnê dike. Xiyanet tîştekî wisa ye ku dihêle mirov ji hevaltiyê bawer neke.
Divê mirov xiyanetê ji hişmendiya 5 hezar sal ya baviksalarî qut negire dest. Ya rastî, mirov dikare bêjê ku xiyaneta yekem jî li hemberî jinê pêş ket. Di mîtolojiyê de çîroka Enkî û Înanna vê temsîl dike. Dema Enkî ji Înanna “Me”yan didize jî vê yekê temsîliyeta îxaneta dike. Bêguman em di mîtolojiyê de dibînin ku zîhniyeta zilamsalarî ji bo bigihêjin armanca xwe bê çawa jin jî bi kar anîne. Beko jî ne dûrî vê hişmendiyê ye ku xiyanet li hemberî civaka xwe kiriye. Bi derketina hişmendiya baviksalar ya 5 hezar salî ve di dîroke de bi awayeki kûr şaxê xiyanetê tê hûnandin. Ev hîşmendî bêguman girêdayî hişmendiya dewletbûnê ye. Bêyî ku xiyanetê li hemberî jinê bike dewletbûn nikarîbû xwe ava bike.
Dewleta yekem jî di pêvajoya Sûmer de hatiye avakirin. Ev jî li ser erdnîgariya Kurdistanê ango li ser xaka ku mirovahî û civakbûn gavên xwe yen yekem avêtine rû daye. Bi xistina jinê û avakirina pergalekî baviksalar ve ji bo civakê pêvajoyekî reş destpê kir. Bi demê re ev pergal hîn kûrtir û qirêjtir bû. Tovên xiyanetê ya li hemberî jinê û civakê hatiye reşandin li Kurdistanê hatin çandin. Di dîrokê de şopên vê hişmendiya xiyanetê herdem xûya dibe. Li hemberî vê pergala dij-civakê herdem têkoşînên mezin hatine mêşandin, lê çima serkeftî nebûn? Ji ber xiyanetê! Mînak, di serhildana Şêx Seîd de berxwedaniyeke mezin ya civakê hat meşandin, lê ji ber xiyanetê nikaribû bi serkeve. An jî eger em werin roja me ya îro; li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînekî mezin tê meşandin, lê xiyaneta PDK herdem astengî çêdike.
PDK sîxûrê welatê xwe ye
Li Kurdistanê PDK bûye temsîla xiyanet û vî ruhê Enkîdu û Beko di xwe de zîndî dihêle. Bi xiyanetê di dîrokê de cîh girtiye. Ev di roja me ya îro de hîn şênbertir e. Bi zimanê Kurdî û cil û bergên Kurdî PDK dîjminatiya Kurdan dike. Eger em li dirokê binêrîn, emê bibînin ku di hemû êrîşên dewleta faşîst ya tirk ku di her çar beşên Kurdîstanê de dike teqez destê hevkarê wî PDK heye. Mînakên herî dawî; pîştî hevdîtina li Hewlêrê bi Hakan Fîdan re êrişên hevpar zêdekirin. Hakan Fîdan jî ku berî bibe wezîrê karê derve berpirsê MÎT’ê bû û berpirsyare bi sedan qetilkirina welatiyan e û li Hewlêr û Silêmaniyê wesayîtên sivîlan bombe kiribû.
Di vir de divê mirov ji xwe bipirse, çawa dikare deste xwe bide destê dijminê xwîna gelê xwe li ser heye? Çawa dikare kûjerekî weha di Kurdistanê de pêşwazî bike? Çawa dikare alîkarî bide?
PDK ne partîya kurdan e. Partiya Mala Barzanî ye ku çavbirçîtiya desthilatdarî, pere û milkiyetê dike. Ne wîjdan nas dike ne jî sînoran tenê berjewendiyên xwe difikire. Ji bo qirkirina Kurdan pêk were, her cûre derfetan amade dike. Ji artêşa Tirk re, leşker û çeteyê wê re çeperan çêdike, lojîstîk û cebilxaneyê dide artêşa Tirk, dihêle ku MÎT baragehên xwe li Başûrê Kurdistanê çêke û pir hesan xwe bi rêxistin bike. Heman demê de li pêşiya tevgera azadiyê jî astengiyên mezin derdixe. Wekî tê zanîn; PDK berpirsê komkujiya Hewlêrê ya 1997’an e ku tevî birîndarên Heyva Sor a Kurdistanê 83 kes qetilkiribûn. Dîsa par kêmîn avêt pêşiya gerîlayên HPG, 5 ji wan şehîd bûn û heta niha jî cenazeyên gerîlayan nedaye malbatê wan. Herî dawî jî cîwanên ku qaşo berpirsên kuştina MÎT’ê yê li Hewlerê bûn, girtin û îşkence li wan kirin.
Li ku derê ji bo Kurdistanê têkoşîna azadiyê were meşandin êrîşî wir dike. Di dîrokê de pir êrîş, ferman û astengî hene ku PDK jê berpirsiyare. PDK Êzîdiyên Şengalê firot û yek ji berpirsê sereke yê vê komkujiyê ye. PDK berpirsê ketina Komara Mahabad e. PDK berpirsê talankirina welatê Kurdistanê ye. PDK berpirsê bi dehan şehîdane ê ku li çiyayên Kurdistanê îro bi çekên kîmyewî şehîd dikevin. Eger em pê de biçin, mînakên van xiyanetan û lîsteya PDK dirêj e. PDK di dîroka Kurdistanê de ketiye nav xiyanet û ketina herî mezin.
Ne ji xiyanetê ba dibe ku rewşa Kurdistan ya îro ne weha ba. Eger bi gotinêkî em rewşa Kurdistanê zelal bikin; ne xiyanetê ba, li Kurdistanê ne yek şoreş, wê bi dehan şoreş çêbûba. Lê di vir de divê mirov jibîr neke ku herêma Başûrê Kurdistanê çawa û çima ava bû. Dema herêma Başûrê Kurdistanê wekî otonomî hat qebulkirin jî ev ne bi hêza Barzanî çêbû. Bi taybet bi daxwaza dewletên emperiyalîst pêk hat. Hedefa wan ew bû ku bi vê yeke hemû têkoşîn û daxwazên serxwebûnê bidin sekinandin, Kurdan bixapînîn. Xwestin PDK wekî sîxûrê xwe li hemberî civaka Kurd bikarbînin. Ji destpêka avakirina herêmê mîsyona Barzanî ew e ku sîxûrê welatê xwe be.
Sîxûrkirin amûrê zirav ê dewletê ye
Sîxûrkirin ji xwe her dem wekî amûrê dewletan tê bîkaranîn. Destpêkê wekî têgeh sîxûr çîye? Sîxûr ji bo çi tên amadekirin û çawa tên bikaranîn? Sîxûr; ew e ku ji bo berjewendiyen dewletek an sazîyekî bi awayekî veşartî kar dike. Ev kar dikare guhdarkirin, agahî komkirin hwd. be. Dewlet hem wekî şerê sar vê rêbazê li hemberî dewletên cûda bi kartînîn, hem jî ji bo statûya xwe biparêzîn li hemberî welatiyên xwe dixin dewrê. Dewlet pergala xwe ya sîxûran pir zirav bi kartînin. Wekî mînak, sîxûran dixin nava beşên muxalîf. Bi taybet jî di nava rêxistinên şoreşger û çep de vê rêbazê pir bikartînin. Dîsa bi destê ajanan ango sîxuran tasfiyekirina mûxalîfan jî rêbazê hin dewletan e. Mînak, Saddam ev pir bikaranî ye.
Yek ji dewleta herî zêde sîxûran bi kar tîne jî dewleta Îranê ye. Dewleta Îranê di nava cîvakê de sîxûrtî pir kûr kiriye. Heta malbat jî ji hevdû re rehet nikarin nêrînên xwe bêjin. Tenê sîxûrên fermî na, weke Besîc, hejmarekî zede sîxûrên ne fermî jî hene. Bi temamî êrîşeke psîkolojîk didin meşandin. Ev dibe sedem ku her malek, her cîranek ji siya xwe bitirse. Dewlet hewl dide hema her kesî bike sîxûrê xwe û li hemberî civakê bikarbîne. Li Îranê belasebep naye gotin ku ‘dîwaran guhdar dikin’.
Gelek mînakên sîxûrî yê dewletan heye, lê di sîxûrkirina civakê de xalên ku balê dikşînin çine? Bi taybet di politikaya sixûrkirinê de hedefa sereke jin in. Dewlet di ferqê de ye ku ji bo bikaribe civak ji cewherê xwe dûr bixe û bîne wê rewşê ku tenê li gorî berjewendiyên dewletê bifikire, pewîst e destpekê jinan bixe. Ji ber ku jin ahenga civakê ya ku exlaq û canda civakê temsil dike û didomîne. Ev 5 hezar salin desthilatdariya mêr ji bo her tîştên jin temsil dike bi temamî ji holê rake û bike malê pergala baveksalar di nav hewldanên mezin de ye. Tîştên heta niha nikarîbû bi temamî pêk bîne jî dixwaze bi polîtîkayên dijberî jinê pêk bîne. Lewma hewl dide taybetmendiyên ne li gorî cewherê jinê ne bi jinê bide qebûlkirin û di şexsê jinê de nirxên civakê tine bike. Dixwaze jin ji xwebûna xwe dûr bikeve. Ji ber ku jina ji xwebûna xwe dûr ket ne di wê ferqê de ye ku xizmetî hişmendiya dijminahiya jinê dike. Bi vê yekê jina ku her tim civak parastiye dikin dijberî civakê.
Li Îranê jî piranî besîc ango sîxûr jin in. Di Ewrûpa de jî sîxûrkirina jinan li pêş e. Mixabin di van demên dawî de dewlet dixwaze li Kurdistanê jî di nav jinên ciwan de sîxûrtiyê pêş bixe. Dewleta Tirk a faşîst vê rêbazê weke şerê taybet li hemberî cîvaka Kurd bi kar tîne. Ji ber ku dewleta Tirk ji deste gerîlayên azadiyê her roj darbeyên mezin dixwe, ji bo ku armancên xwe yên qirêj pêk bîne dixwaze li hemberî têkoşîna azadiyê rêbazên xwe yên şerê teybet berfirehtir dike. Ji bo vê li Kurdistanê tevî fîhûş, esrar û hwd. hewl dide bi taybet cîwanên Kurd bi rêya sîxûrtiyê bixîne û li hemberî têkoşîna gelê Kurd bikarbîne. Bi pêşketina teknolojiyê jî dixwazin vê hîn zêdetir belav bikin. Telefonek di berîka kî de be, dikare her kêliyê agahî bide dijmin. Ji bo çend qirûşan dixwazin van sîxûran bixînin û bikin dijminê gelê Kurd. Ji sîxûran dixwazin rûmeta xwe, hebûna xwe bifiroşin. Dijmin bi vê yekê dixwaze baweriya di nava gel de jî tine bike. Bi vî awayî jî dixwaze gele Kurd dorpêç bike, di nav gel de rihê netewî lewaz bike. Dewlet dema politikaya sîxûrtiyê dixe dewre rewşa gel ya aboriyê bikar tîne û bi vî rengî hewl dide bêşên gel ên xizan bixe sîxûr.
Dewlet bi xistina jinên ciwan ve civakê dirizîne
Ev ne rebazekî nû ye, di zindanên Tirkiyê de hewldana sixûrkirina girtiyan herdem hebû û heye, lê ji bo ku bikaribe civaka Kurd û têkoşîna azadiyê lewaz bike, herî zede dixwaze jinên ciwan bikarbîne. Lê vê çawa dike? Ciwanan çawa dixînin? Mirov çawa dikare ewqasî bê wîjdan be ku alîkariya dijminê xwe bike? Jinên ciwan çawa dixapin? Çawa dikarin bikevin vê xefika dijmin?
Dewleta tirk ya faşîst dizane ku civaka kurd civakêkî feodal e. Bi taybet di şexsê jinê de vê tiştê li hemberî civakê vê pirr bikar tîne. Bi xistina jinên ciwan dixwaze civakê birizîne. Salên dawî jî li hemberî jinên ciwan gelek bûyer pêk hatin. Hin jinên ciwan winda bûn û hatin qetilkirin. Jinên ciwan Gûlîstan Doku, Pinar Gûltekîn ji ber ku têkîliya wan bi kesên nêzî polîsên dewletê re hebûn hatin qetilkirin, Îpek Er jî ji ber rastî tecawîza polîsên dewletê hat dawî li jiyana xwe anî. Ev giredayî polîtîkaya dijmin ya qirkirina civakê ye. MÎT li hemberî mirovan şerekî taybet û psîkolojîk dimeşîne û bi vê yeke ve hewl dide bixe bin bandora xwe. Ji bo her însanekî polîtîkayekî taybet bi kar tîne û bi hestên mirovan dilîze. Ji bo jinên cîwan bixînîn hezkirinên sexte û têkîliyên hestiyar bi kar tînin. Ji bo berjewendiyên xwe hewl didin hezkirin û baweriya wê jina ciwan qezenc bikin. Jinên ciwan ê ku bi hezkirinekî sexte nikare bixapînîn, bi tecawîzkirin an tiştên maddî û pere dixwazin mecbûrî ajantiyê bikin. Jinên ciwan ne di wê ferqê de ne ku MÎT’a Tirk wan dixapîne û bi wan dilîze. Kesên bi van lîstokan dixapin û sîxûrtiyê qebûl dikin, ji bo pere an hezkirinekî sexte nirxên xwe yên herî pîroz difiroşin.
Gelek caran MÎT’a tirk bi gefên li dijî ciwanan dixwaze sîxûrtiyê bi wan bide qebûlkirin. Wekî mînak, destpêkê tecawîzî jina ciwan dikin û dîmenên vê dikşînin. Paşê ji bo sîxûrtiyê pê bidin qebûlkirin gef lê dixwin û dibêjin “em ê van dîmenan nîşanî malbata te bidin” Hin jinên ciwan ji ber ji zextên malbatê ditirsin ji van gefan bandor dibin û xwe mecbûr dibînin ku sîxûrtiyê qebûl bikin. Lê di rewşên weha de ya herî rast ew e ku di dewsa tirsê de li mafê xwe bigerin, serî li Komeleya Mafê Mirovan bidin, giliyê polêsan bikin û van lîstokên qirêj eşkere bikin.
Bi bikaranîna bedena jinê ve dijmin dixwaze jinên ciwan bitirsîne, bê îrade bihêle, bixe bin bandora xwe û sîxûrtiyê bi wan bide qebûlkirin. Lê bele jin ne tenê di sîxûrkirinê de hedef in, hedefên sîxûran jî piranî jin in. Wekî mînak, li Rojava jinên ku pêşengiya şoreşê dikin gelek caran bûn hedefa sîxûrên MÎT’ê. Bê guman ev êrîşên li ser jinan jî ne tesadûf e. Ji ber ku yên herî zêde li dijî pergala baveksalar têdikoşin jin in. Jin di ferqa dîroka xwe de ne û ji bo pergalekî alternatîf bi îradeyekî wekî pola şer dikin. Lewma dijmin vê li hemberî xwe weke xetereyekî mezin dibîne. Îro jî ya herî zêde nûnertiya vê jiyana alternatîf dike Rojava ye. Êrîşên bê navber yê li dijî Rojava, di heman demê de vê tirsa dijmin a li hemberî vê pergala demokratîk nîşan dide. Dijmin, li Kurdistanê bi êrîşên xwe yê li hemberî jinan dixwaze tola xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku jinên azad diafirîne hilîne.
Ji bo vê yeke girîngiyeke mezin dide pergala xwe ya sîxûran. Lewma beriya bi însanêkî re bikeve nav tekîliyê lêkolîn dike û ji bo bikaribe lewaziyên kesayetê bikarbîne, dixwaze wî kesî baş nas bike. Taybetmendiyên civakê çawa ne? Hevalên wê hene? Ji çi hez dike? Lêgerînên wê çine? Çawa dikare van bikarbîne? Dijmin li ser van mijaran bi berfirehî disekine û planên xwe li gorî vê dixe dewrê. Dijmin destpêkê bi tiştên piçûk dixwaze wan kesan biceribîne bê ka çiqasî dikare bi wan bide qebûlkirin û ji bo berjewendiyên xwe bikarbîne. Eger kesek van tiştên piçûk qebûl bike, ev rê li ber tiştên mezin vedike. Dema dibînîn ku ew kes pir zede pirsgirêk dernaxîne, planên xwe berfirehtir dikin. Ew kesên dikevin van xefikên dijmin, ne di ferqê de ne ku MÎT’a tirk tenê wan bikartîne. Dijmin piştî ku daxwazên xwe pêk anî û wan kesan bê îrade kir, an diavêje aliyekî an jî wan dikûje û ji holê radike. Ji bo dijmin kesên sîxûr ji bo gihaştina hedef tenê amûrek in.
Dijmin her tim vê hesap dike; kesekî bi kêrî gel û welatê xwe neyê an jî dijminahiya gelê xwe bike bi ti awayî kêrî wî jî naye. Dibe ji bo sîxûrtiyê bide qebûlkirin an wan kesan ji bo berjewendiyên xwe baş bikarbîne dijmin xwe bi awayekî baş an bi wîjdan nişan bide. Ji bo planên xwe yên qirêj veşêre dijmin vê rêbazê jî gelek caran bikartîne. Lê divê tu kes bi van nexape û nefikire ku bi wan re ji nêz ve eleqdar dibin, wîjdanên wan hene, an başiya wan dixwazin. Dewletekî ku eskerên xwe dişîne şer, lê pîştî mirina wan nahêle tu kes pê bibîhîze, heta ku cenazeyê eskerên xwe dîşewtîne, wê wisa li sîxûre xwe jî bike. Ji bo xwe bigihîne armanca xwe her tiştî rewa dibîne. Tu kes û ti nirxî nas nake. Di dewletekî wisa de wê çawa nîrxên mirovahiyê hebin?
Piştî ku ew kes sîxûrtî qebûl kir û kete xefika dijmin, paşê dijmin êdî dev jê bernade û wê her bixwaze tiştên mezintir bike. Pîştre poşmantî jiyankirin jî dereng e. Ji ber ku sîxûrtî bêrûmetiya herî mezin e û naye efûkirin. Xiyaneta li hemberî gel û civaka xwe ne tiştekî piçûk an jî sivik e. Bê gûman ji bo jineki hîn jî girantir e. Jixwe xiyanet ne taybetmendiya jinê ye û dûrî cewherê jinê ye. Di dîrokê de jî her dem jin bi xiyanetê re rû bir û hat û bi vê re pir tişt winda kir. Lewma dibe taybet jin vê êşa xiyanetê hîn bêhtir hîs bike, layîqî xwe nebîne û bi her awayî li dijî vê têbikoşe. Ji ber ku jin eger xiyanetê bike, ev ne tenê xiyaneta li hemberî civakê, xiyaneta li hemberî xwe û cînsê xwe ye jî. Li hemberî dîrok û rastiya xwe xiyaneta herî mezîn ew e ku hevkariya dijminê xwe û hîşmendiya tecawîzkar ya pergala baviksalar bike. Ev jî asta rizandin û ketina wê nişan bide. Ev alîkarî dayina dijminê axa xwe wê bibe sedema ku li welatê wê zarok nikaribin cîhanekî azad de bijîn. Wê bibe sedem ku bi sedan kes werin qetilkirin.
Dewsa bêrûmetiya teslîmiyetê rêya berxwedanê
Ev bêrûmetiya ji bo çend qirûş pere hema wisa derbas nabe. Xwe di dîrokê de di keleka PDK, di riya xiyanetê de xêz dike. Riya xiyanetê ti car jî nagihije serketinê. Di dîrokê de heta niha wekî PDK her dem xeta xiyanetê hebû, lê xêta berxwedanê jê xûrttir bû. Ti carî xwe mecbûrî xiyanetê ne kir û heta roja îro jî didome. Dema komkujiya Dersimê pêk hat û bi sedan jinên Dêrsimê hatin qetilkirin û revandin, dîsa xeta berxwedanê bilind bû. Jin serê xwe netewandin. Bi sedan jinên rastiya vî dijminê faşîst û qirker dizanîbûn, di dewsa teslîmiyetê de weke Besê xwe ji zinaran avêtin an jî xwe avêtin çemê Mûnzirê. Li Şengal jî wisa bû. Di fermana Şengalê ya 2014’an de bi dehan jinên ciwan xwe ji zinaran avêtin ji bo ku nekevin destê xwînmijan. Lê ne tenê li Dêrsim û Şengalê di dîroka Kurdan de gelek caran li hemberî jinan êrîşên herî hovane hatin meşandin.
Lê jina Kurd îro bi têkoşîna xwe ya azadiyê tola hemû êrîş, komkujî û bêrûmetiyên li hemberî jinan dihîlîne. Weke Besê, Rindexanan îro jî jinên Kurd bi berxwedana xwe nişan didin ku namûsa jinê ne bedena wê, ax û welatê wê ye. Mînaka vê ya herî berbiçav jî Şehîd Bêrîtan e ku di dewsa teslîmiyetê de bi tilîliyan berxwedan hilbijart. Di dewsa bêrûmetiya teslîmiyetê de rêya berxwedanê ya bi rûmet her mimkûn e û vekirî ye. Ya layîqî jinê ye ku her tim bi xwe re serketinê tîne, bi her kesî dide qezenckirin, her kesî serbilind dike û rêya azadiyê vedike jî ev e. Jinên ku îro di tûnelên şer de li hemberî hovîtiya dewleta Tirk li ber xwe didin jî bi îradeyeke bê hempa ev rêya azadî û berxwedanê hildibijêrin.