KOBANÊ – Îro bi dehan jinên ciwan ên Kobanê di çerçoveya pêngava “Ji Rêber APO azadî, jî pirsgirêka Kûrd re çareserî” li peymangeha Zanîngeha Kobanê kom bûn. Komxebat bi semînera li ser jiyan û têkoşîna Rêber APO û tecrîda li Îmraliyê destpê kir û komîsyon ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve hate peşkeşkirin.
Di komxebatê de mijara erk û rola xwendekarên jin di vê pêngavê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO de hate nîqaşkirin û herî dawî li ser jiyana Rêbertî sînevîzyonek hate tamaşekirin.