ŞEHBA – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehba û Helebê perwerdeyekî îdyolojîk vekir. Dewrê li ser navê Şehîd Ozgur Ronî û Şehîd Vejîn Jiyan hat vekirin. 18 xort û jinên ciwan beşdarî perwerde dibin.
Perwerde li ser esasê danasîna fikir û felsefeya Rêber Apo tê dayîn. Îro jî dewre bi dersekî li ser rêhevaltî dest pê kir.
Ciwanên ji Efrînê Omer û Elî bi Nûçe Ciwan axivîn û sedemên tevlîbûna perwerde û encamên dersê dest pê kê dan diyar kirin.