BEHDÎNAN – 9 ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku tevlî nava refên PKK’ê bûne. Di daxuyaniya ciwanan de hat gotin ku, “Rêber APO di têkoşîna xwe ya 50 salî ya li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û zîhniyeta wê ya qirêj û bêexlaqî de rêya avakirina jiyana azad, wekhev û exlaqî nîşanî me da.” Ciwanan diyar kirin ku jiyana azad a li çiyayan şêwaza jiyana Rêber APO ye û gotin, “Gerîlayê azadiyê îro bi fedayî û têkoşîna ruhê Apoyî di nava têkoşîna şoreşgerî de bi pêş dikeve.”
Ajansa me Nûçe Ciwan ji ciwanên tevlî nava refên gerîla bûne re axivî:
Navê min Sorxwîn Harûn e. Ez ji bajara Qamişloyê me. Sebeba tevlîbûna min ya refên gerîla de xwesteka min ya zaroktiyê bû. Min xwesteka xwe pêk anî. Hedef û armanca min ew e ku Rêber APO û hemû hevalên xwe ji zindana Îmraliyê rizgar bikim. Bangawaziya min ji bo hemû jinên ciwan ewe ku werin ser rêka azadiyê. Xeyalê min ewe ku ez biçim Avaşînê û çeken şehidan rabikim û li hemberî dijmin bisekinim. Divê tu carî em ji ser xaka xwe dernekevin, em tim li beramberî dijmin bisekinin û Rêber APO ji zindana Îmraliyê xilas bikin. Bangavaziya min ji hemû jinên ciwan re ewe ku werin ser rêya rast û rêya azadiyê.
Nave min Viyan Kobanê ye. Ez ji bangawaziya jinên ciwan ya ji 27 Mijdarê bandor bûm û min xwest tevlî di nava gerîlayên Kurdîstanê bibim. Sedema tevlibûna min di nav PKK’ê de; heyalê min ya zarokatî bû ku min xwest tevlî vê partiyê bibim ji bo ku ez bikarim li ser vê tecrîda ku 25 sale li ser Rêberê me Abdullah Ocalan tê mesandin re min xwest bibim bersivek mezîn û anha ez tevlî nav refên gerîla bû me. Li vê derê de em dikarin tola hemû şehidên hilinin û em ê Rêber APO azad bikin û heta ku qetek ji leşê me mabe, çi bibe bila bibe, PKK taqez bi serbikeve û em ê Rêberê xwe di milê fizikî de azad bikin û di nav çiyayên Kurdistane de, bi Rêber APO re jiyanek azad bijîn.
Li vê derê de em dikarin tola hemû şehidên hilinin û em ê Rêber APO azad bikin.
Navê min Baran Tolhildan e, ez ciwanekî ji Dêrazorê me. Sedemê tevîbûnê min fikirê Serokatî ye. Fikirê Rêbertî fikirekî cîhanî ye, ne tenê ji bo gelekî ye û ne netewperest e. Fikirê Netewa Demokratîk e. Ev sedema tevlîbûna min a partî bû. Tolhildana şehîdan wek Şehîd Vejîn Jiyan, Baran Tolhildan û Hemze Tolhildan jî li hemberî faşîzmê Tirk bû sedemê tevlîbuna min a partî. Ez bangawaziya ciwanên di nav civakê de dikim ji bo ku werin li ser hişê xwe, xwe pêş bixin, tevlî vî fikir û felsefe bibin û xwe ji nava qalibê ku tê de ne derxin.