ŞEHBA – Îro li gulîstana Rêber Apo ya gundê Maratê yê Şehbayê pirtûkxaneyeke bi parêznameyên Rêber Apo û pirtûkên din ên şoreşger û konê xwepêşandanê ji aliyê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Jinên Ciwan ên Şehba û Efrînê hate vekirin.
Çalakiya vekirina pirtûkxaneyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştî wê li ser navê Tevgera Xwendekaran Ruqeye Exres axaftin kir û banga azadiya Rêber Apo kir û da zanîn ku ew bi xêzkirina wêneyên Rêber Apo rabûne da ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde bikin û di nava civakê de jî belav bikin. Li aliyê din da zanîn ku ew pir bi şans in ku fêrî vê felsefeyê dibin û ku wê di piratîkê de jî pêk bînin û tu caran dijmin nikare gel ji Rêber Apo qut bike.
Her wiha li ser navê Desteya Perwerdeyê Zelûx Bekir axaftin kir û bixêrhatina hemû hezkiriyên Rêber Apo kir. Vekirina pirtûkxaneyê bi xwendina parêzname û pirtûkên rêber APO dewam kir. Ev çalakî wê du rojan berdewam bike.