FRÎBORG – Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re Çareserî” a ku di 10’ê cotmehê de hatibû destpêkirin de li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê li ser jiyana gerîlayan belgefîlma Bakur hat temaşekirin.
Ciwanên endamên TCŞ’ê hatin cem hev û beriya nîşandana belgefîlmê li ser bîranîna şehîdên Parîsê deqeyek rêz girtin. Piştre ciwanên ku li belgefîlmê temaşe kirin şêwaz û rêbazên çalakî û bûyerên ku wê li gorî biryarên di 3’yemîn Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger de di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin de pêk werin, nirxandin.
Li ser navê TCŞ’ê Şiyar Amed axivî û wiha got;
Em ciwanên Kurd careke din diyar dikin ku em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê pêngavê û em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin. Rêhevalên me yên ku ji bo Rêber APO ku di zindanan de li berxwe dide dest bi greva birçîbûnê ya dewreyî silav dikin. Ew ê bibin dengek di zindanan de, em ê li seranserê Ewropayê li qadan bin. Em ê bi dînamîzma ciwanan bersivê bidin pêvajoyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO pergala îşkenceya Îmraliyê hilweşînin.
Amed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir û ev wiha anî ziman;
Her wiha ji bo hemû ciwanên Kurd beşdarî meşa ku 23’ê Kanûnê roja Şemiyê li Zurîhê ji bo bîranîna hevrêyên me ên li Parîsê hatin qetilkirin û meşa 6’ê Çile li Parîsê bê lidarxistin bibin xwedî girîngiyeke mezin e. Amed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em têkoşîna ku şehîdên me spartin mezin bikin.”
Bername “Bîjî Berxwedana Zindana”, “Şehîd Namirin” û “Bîjî Serok APO”. Bi dirûşmeyan bi dawî bû.