TORÎNO – Jinên ciwan 2 mehan her hefte hatin cem hev û felsefeya Rêber APO û îdeolojiya azadiya jinê nîqaş kirin. Jinên ciwan ên li bakurê Îtalyayê hatin cem hev, diyar kirin ku di têkoşîna îro de naskirina dîroka xwe weke jin bi qasî dîtina nasname û rengên xwe jiyanî ye û gotin, “Tenê fêmkirin ne pêkan e, têgihîştin û têkoşîn pêwîst e û ev tenê bi hev re gengaz e.”
Ji ber vê yekê jinên ciwan ên ji pêkhate, tevger û rêxistinên cuda bi tevgera azadiya jinê re hatin cem hev û xwestin vê îdeolojiyê fêm bikin. Jinên ciwan ên hatin cem hev, her tim Rêber APO û Şehîd Sakîne Cansiz (Şehîd Sara) ku 11 sal berê li Parîsê şehîd bû, di nava nîqaşan de bûn.
Jinên ciwan bal kişandin ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber APO û rola Îtalyayê ya di komploya navneteweyî de hate nirxandin. Di vê çarçoveyê de dewreya xwendinê ya Broşura Jineolojiyê bi şeveke bi moral bi dawî bû. Ji folklora Îtalî bigire heta stran û helbestên Partîzan ên şoreşgerî, şeveke tijî çanda şoreşgerî û atmosfereke veguhertinê bû.
Bername bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.