NISEBIN – Li Nisêbînê ciwanên welatparêz pankartên bi wêneyên pêşeng û nirxên gelê Kurd ên weke Şêx Seîd,Rêber Apo, Sakine Cansız, Kemal Pîr û Hayrî Durmuş daliqandin. Li ser pankartê “Neviyên Şêx Seîd berxwe didin” hate nivisandin.
Ciwanên welatparez di ware ve çalakiye got:
“Şêx Saîd dibêje: ‘Ez ne li pêş û ne jî li pişt vê tevgerê me; ez jî wek her kesî di nava tevgerê bi xwe de me.’ Ev helwesta Şêx Saîd û Seyît Riza di berxwedana gelê Kurd û parastina hebûna xwe ya li hemberî komkujî û qirkirina Kurdistanê de cihekî girîng digire. Dijmin di şexsê Şêx Saîd û Seyît Riza de xwest li ser gelê Kurd qirkirinêkê pêk bîne û li ser gelê Kurd desthilatdarî ya xwe ava bike. Ji wê rojê û vir ve ne tenê gelê Kurd, her wiha xweza, bawerî û dîrok û cewhera gel jî tê xwestin ku were tunekirin û ji hiş were paqijkirin.
Lê gelê Kurd li hemberî wan serî netewand ji ber ku Kurd ev sedan salin bi talan, şer, komkujî û qirkirinê re rû bi rû mane. Loma jî di dîroka wê de ewqas xiyanet û sîxurtî heye, civak perçe bûye û ji hev belav bûye. Li aliyekê ev in, li aliyê din jî gelê Kurd ti carî dest ji berxwedana li dijî dagirkeran bernedaye. Rihê Şêx Saîd ji çiyayan heta deştên Kurdistanê ji zarokên gelê Kurd re weke destanên mezin bi efsaneyî berdewam dike. Şêx Said, Mazlum Dogan, Sara ,Rûken rêya azadiyê ne, rêya evîn û heqîqetê ne ku ber bi zayîna vejînê ve diçe. Dewleta faşîst a Tirk ji bo rê li ber va berxwedana bigire, bi darvekirin, îşkencekirin û tecrîdkirina wan kesên ku gelê Kurd wan weke pêşeng dibîne, zextê li ser wa dike. Berxwedana gelê Kurd, destana wan û derketina lehengên wan bersiva herî mezin ya van polîtîkayên tirs û înkarê ye.
Bi taybetî, çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên li zindanan ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya bi salane li ser Rêber APO û ji bo azadiya wî ya fizîkî, hê jî berdewam dikin û gelê welatparêz ên li derve jî nobeda xwe didomînin. Em weke ciwanên welatparêz ên Nisêbînê li dijî vî dijminê faşîst û desthilatdar paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo bersiva herî mezin dibînin û em soz didin ku em ê di pêşengtiya ji Şex Seîd heta Qazî Mihammed, ji serhildana Agirî heya tekoşîna Rojhilat bi rihê Şîrîn Elemhûrî, Sara, Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, Hayrî Durmuş û bi hezaran şehîdên xwe de em ê bidin jiyankirin.”