DÊRAZOR – Desteya Ciwan û Werzîşê a bajarê Dêrazorê bi amadebûna hevserokatiya Meclisa Rêveber Fatima El-Merwan û hevserokatiya Desteya Ciwan û Werîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xanim Henan Bakkar û endamên komîte, Meclisa Ciwan û Werzîş û rêveberiya Tevgera Ciwanên a Dêrazorê li hola Meclîsa Sivîl civîna xwe ya salane ya 2023’an lidar xist.
Di destpêkê hevseroka komîteyê Xanim Îbtîsam El-Mihemed bixêrhatina mêvanan kir û li ser giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Sivîl Fatima El-Merwan axaftinek hate kirin. Piştre rewşa siyasî û rêxistinî, çalakî, bûyer, kar û pirojeyên temamkirî yên sala 2023’an hatin xwendin û piştre rewşa rêxistinî ji aliyê beşdarên giştî ve hate nirxandin û komîteyê vîdyoyek pêşkêş kir.
Beşdaran nêrîn, pêşniyar û çareseriyên ji bo pêşxistina xebatên rêxistinî yên sala 2024’an anîn ser ziman û plansazîyekî hat diyar kirin:
1- Zêdekirina semîner û dersên ji bo hişyarkirina grûpên ciwan li Dêrezorê
2- Vekirina kampên çandî û werzişî ji bo ciwanan
3- Ji bo hemû lîstikan bi berfirehî aktîvkirina werzîşên jinan
4- Vekirina dersên alîkariyên yekem di nava gundan de û amadekirina girûpên ciwan û jinên ciwan xwedî tecrube di vê xebatê de
5- Vekirina navendên werzişî ji bo ciwan li seranserî gundewarên Dêrazorê
6- Aktîvkirina werzişê li dibistanan bi hevkariya Komîteya Perwerdeyê