SIWEYDA – Xwepêşandanên li Siweydayê li Qada Kerame ya bajêr didomin. Xelkê gund û bajarokên Siweydayê tev li xwepêşandanên îro bûn. Xwepêşandêr di roja 138`an a xwepêşandanan de, banga avakirina Sûriyeyeke nenavendî, hilweşandina rejîma Esad û hikumeta wî û pêkanîna biryara 2254’an kir.
Her wiha xwepêşandêran di çalakiya xwe ya îro de kongreya MSD’ê ya 4’emîn pîroz kir.