KOBANÊ – Weke ku tê zanîn di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 25’ê Kanûna 2021’an de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Mihemed Menle şehîd bûn.
Dewleta Tirk a dagirker maleke li Taxa Şehîd Peyman a Kobanê bi droneke çekdar hedef girti bû.
Di nava 3 rojan de duyemîn salvegera şehadeta her 5 ciwanan bi dawî dibe. Li ser vê bingehê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê û Yekitiya Jinên Ciwan, navçeya Qinê ya Kobanê mal bi mal geriyan û wêneyên ji bo bîranîna şehîd Viyan Kobanê belav kirin.
Ciwanan gotin, “Em ti carî hevrêyên xwe yên di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a faşîst a 25’ê Kanûna 2021’an de şehîd bûne, ji bîr nakin. Weke ciwanên Kobanê em soz didin ku em ê li ser şopa wan bimeşin. Em xwina wan li erdê nahêlin. Em her 5 hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin. Em li ber bîranînên wan serê xwe bi rêzdarî di tewinin xwe dikin.”