NAVENDA NUÇEYAN – Di saet 12’ê şevê de li ser hesabê telegramê yê SENGERê nûçeyeke lezgin hat weşandin. Li gorî nûçeyê, gerîlayan li Xakurkê derbên mezin li dijmin dane. Hat diyarkirin ku di encama çalakiyê de herî kêm 16 leşker mirine û gelek leşker jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê ketine destê me, herî kêm 13 leşkerên dewleta Tirk a faşîst ji aliyê gerîlayan ve hatine kuştin, 8 leşker birîndar bûne û gelek leşker jî winda ne. Tê gotin ku leşkerên winda di destê gerîlayan de ne. Dewleta Tirk a faşîst destpêkê 3 kuştî dan û hejmara rastî ya kuştiyan veşart. Lê kanala SENGER heta niha wêneyên 6 leşkerên di çalakiya gerîlayan de parve kir jî.
Li gor çavkaniyên heremî ku leşkeran di axaftinên xwe yên bi malbatên xwe re berpirsên bûyerê fermandarê xwe dîbinin û ji aliyê fermandarên xwe ve bi zorê şandine herêmê. Her wiha hate hînbûn ku her çend fermandarên wan dizanîbûn ku dê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek pêk were, lê dîsa jî leşker şandine herêmê.
Disa li gorî agahiyên ji çavkaniyekî herêmî hatin girtin, hate hînbûn ku bi dehan balafir ji Amedê rabûn, lê ji ber bahoz û berfê nekarîn li qada heyî dakevin.
Dewleta Tirk a faşîst a li ser çalakiya gerîlayan bi derewan ji raya giştî û malbatên leşkeran re berovajîkirina rastiyan didomîne.
Wê agahiyên nû werin…