BEHDÎNAN – Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi cesareteke bilind û îradeya bênavber çalakiyên şoreşgerî dimeşîne. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ehmed Rûbar a 22’ê Kanûnê li Xakurkê û çalakiya koordîne ya li Metîna û çalakiyên şoreşgerî yên 23’ê Kanûnê li Herêmên Berxwedana Serdemê yên Kurojahro û Girê Amediyê yên Zapê hatin lidarxistin derbên giran li artêşa dagirker hat xistin. Artêşa dagirker ku bi çalakiyên şoreşgerî derbên giran li dû hev dixwar, têkçûneke mezin xwar û gelek windahî dan. Her çend ku hêzên me windahiyên artêşa Tirk tevî belge û agahiyên xwe eşkere bikin jî, lê artêşa dagirker û çapemeniya wê ya şerê taybet hewl didin windahiyên xwe ji raya giştî ya Tirk û tevahiya cîhanê veşêrin. Lê di nava panîkê de çiqasî hewl bidin veşêrin jî nikarin bandora derbeyên şkestî yên ku ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwarine veşêrin.
Artêşa dagirker û çapemeniya wê ya şerê taybet bi îdiaya ku hêzên me yên gerîla gelek windahî dane, hewl dide moralê hêzên me yên gerîla daxine, çeteyên xwe yên ku nikarin şer bikin motîve bikin û têkçûna xwe bi awayekî din ji raya giştî ya Tirkiyê re pêşkêş bikin.
Divê gelê me yê welatparêz û hemû raya giştî ya Tirkiyeyê bizanibe; Hevrêyê me Memyan di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ehmed Rûbar de, rêhevalên me Welat, Helmet û Huseyîn jî di Pêngava Şoreşgerî ya Girê Amediyê de şehîd bûne. Me ji bilî van çar hevalên leheng û qehreman tu windahiyên me nedan. Tişta ku artêşa dagirker û çapemeniya wê ya şerê taybet der barê windahiyên gerîla de diyar dikin, derew e.
Agahiyên Pêngava Şoreşgerî ya Girê Amediyê wiha ne;
-
- 23’ê Kanûnê saet 14:40’an de li herêma Berxwedana Girê Amediyê ya herêma Zapê ya Rojava, li dijî dagirkeran çalakiyek şoreşgerî hate lidarxistin. Di vê operasyona şoreşgerî de; Dagirkerên ku ji 200 dagirkeran, 44 çeper û 3 beşên bi kon, tank û panzeran pêk dihat, hat hedef kirin. Di operasyona şoreşgerî de ku bi taktîkên ketina hundir destpê kir û ji 7 baskan pêk dihat de, pêşî li dagirkeran bi bombeyên destan û çekên ferdî bi bandor hate xistin. Hersê baskên operasyona şoreşgerî bi bombeyên destan, çekên ferdî û navîn ên otomatîk êrîş li dagirkeran kirin û ji nêz ve bi awayekî bandor li wan dan. Di heman demê de dagirker bi taktîka sûîqestê bi bandor hatin cezakirin. Çar baskên din ên operasyona şoreşgerî bi çekên ferdî, navîn û otomatîk û giran êrîş birin li ser dagirkeran.Baskê êrîşê yê operasyona şoreşgerî ya bi pêşengiya rêhevalê me Welat, beşa yekem a ku dagirker lê bi cih bûne, bi lez û bez bi temamî bi dest xist. Hemû çeper û konên dagirkeran ên li vê beşê hatin rûxandin. Ji ber lêdanên bi bandor ên şaxa operasyona şoreşgerî, dagirkeran li vir çeperên xwe terikandin û ber bi beşa duyemîn ve reviyan. Dagirker di beşa duyemîn de jî ji aliyê baskên din ên operasyona şoreşgerî ve ji nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî hatin hedefgirtin. Rêhevalên me Welat û Helmet ên li vir birîndar bibûn, bi cesaret, vîn û îradeyek mezin operasyona şoreşgerî berdewam kirin û tevî birînên xwe yên giran jî bi dijmin re pevçûn berdewam kirin. Rêhevalên me Welat û Helmet heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê. Yek ji milîtanên pêşeng ên operasyona şoreşgerî rêhevalê me Huseyîn jî piştî şerekî qehremanî dema ku bi ruhê fedayî yê Apoyî û cesareta bilind li hember dijmin pêş ket, bi bombeyên destan û çekên ferdî çeperên dijmin xistin xwarê û gihişt şehadetê.
Hêzên me yên pêngava şoreşger ku di her du beşên destpêkê de derbên giran li hêzên dijmin xistin, li herêma Berxwedana Girê Amediyê 34 dagirker ceza kirin.”