QAMIŞLO – Îro li navenda Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo bi pêşengtîya Yekîtiya Jinên Ciwan Şehîdên Kobanê hatin bibîranîn. Bi dehan jin û xortên ciwan tevlî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqeyekî rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê destpêkir. Piştre dayika Şehîd Orhan Qamişlo axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û diyar kir wê heya dawî berxwebidin, wê xwedî li kedê şehîdan derkevin û wê tu caran dev ji tekoşîna xwe bernedin. Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser Şehîd Vîyan Serhed hate temaşekirin.
Bîranîn bi sloganên “Şehîd Namrin” bi dawî bû.