KOBANÊ – Dewleta tirk navenda bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 karker birîndar bûn.
Dewleta tirk a dagirker bi balafirên biçek û bêmirov (SÎHA) li navenda bajarê Kobanê kampanyek û cihekî tamîrkirina erebeyan bombebaran kir. Di encamê de 2 karker birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.