KOBANÊ – 25’ê Kanûnê salvegera duyemîn a şehadeta 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan e ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî malekê li kantona Kobanê di 2021’an de şehîd bûbûn.
Di salvegera duyemîn a şehadeta (Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm) de malbata şehîd Mesûd Îbrahîm û hevrêyên şehîdan ji ajansa ANHA’ye axivîn. Dayika şehîd Mesûd Îbrahîm, Medîne Ehmed got: “Kurê min ê şehîd xwedî kesayeteke cuda bû, ji doza xwe û gelê xwe hez dikir û ji bo jiyaneke birûmet û azad wek hevrêyên xwe yên têkoşer û şehîdên Kurd tê dikoşiya, xaka xwe diparast û xwedî li erkê we derdiket.”
Medîne Ehmed wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişî me dike û sîxurên xwe di nav me de diçîne da ku cihan diyar bikin û dewleta Tirk a dagirker wan cihan hedef bigire. Erkê her kesê ku li ser vê coxrafiyê dijî ku heta dawiyê herêmê biparêze û planên dewleta Tirk a dagirker têk bibe.