NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku dewleta tirk a dagirker bi balafirên biçek û bêmirov (SÎHA) li navenda bajarê Kobanê kampanyek û cihekî tamîrkirina erebeyan bombebaran kir dewleta dagirker a faşîst kargeheke li Qamişlo kir armanc. Balafireke bêmirov (SÎHA) a artêşa dagirker li Qamişlo kargeha avahîsaziyan heya niha 2 car bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Balafirên Tirkiyê di nava nîv saetê de 4 caran êrişî Qamişlo kir. Balafiran cara 3’an çapxaneya Sîmav a pirtûkan kir armanc û cara 4’an jî balafiran derdora girtîgeha Elaya ya DAIŞ’ê bombebaran kir. Di êrişan de 3 welatî birîndar bûn.
Heta van kêliyan li esmanê Qamişlo liv û tevgera balafirên Tirkiyê didome.