KOBANÊ – Nûçegihanên ajansa me di kolanên Kobanê nerînên Ciwanan li hember êrîşên dewleta dagirkera Tirk li hember Rojavayê Kurdistanê pirsî. Diho şev dewleta dagirkera Tirk êrîşên giran li hember gelê Rojavayê Kurdistanê pêk anî. Ji ber dewleta dagirkera Tirk di qadên Berxwedanê Zap, Metîna û Xakûrkê derbe xwariyê niha jî dixwaze poşmaniya xwe li hember gelê me welatparêz li Rojava yê Kurdistanê derxine. Gelek caran dewleten faşîst a dagirker wek dewleta Tirk ji ber nekarîbûn li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê bisekinin bi hov û tûndiyê li hember gelê me welatparêz êrişên giran pêk anîn.
Bi taybet ciwanên me li Rojavayê Kurdistanê dijminê xwe nasdikin û êrişên we natirsin. Nêrînen Ciwanan di kolanên Kobanê de jî bi wî rengî ye
Jinê Ciwan bi navê Yasmîn digot:
“Dewleta tirkiyê ku dixwaze herêma Firatê dagir bike, ku dixwaze miletê me Kurd binbixinê, em dibejin em tu carî nakevin. Em her sal berxwedidin û meş çedikin ji bo Serokê me li zindanê îmraliyê derkeve. Em berxwedidin û Erdoğan me tu carî me naxînê.”
Xwendewanêkê ku li zaningeha Kobanê duxwinê digot:
“Wan êrişên ku niha ji aliyê dewleta Tirk li ser Rojava te kirin û hatiye ser cihên petrol û keraba û cihên ku derfeten jiyanê mirovî dikin dixwazin tinebûneke ji gelê Kurd ji miletê me ya Rojava radikin. Dixwazin miletê dûri Rojava bixin ji bo ku wan dikarin derfeten weke petrole dagir bikin. Dewleta tirk hertim dixwaze gelê me li vir here, dûrî mala xwe û erdê xwe bikeve û Rojava bisernekeve.”
Ciwanê bi navê Berxwedan digot:
“Dewleta tirk dixwaze ciwanên me bikujin, em ê we qebûl nekin. Bese edî ewqas êrîşên ku dikevin ser me, ewqas hevalên me dixe, me dixe. Em wî tiştî qebûl nakin, emê hesabekê herî mezin bide.”
Endamê ciwanên şoreşger bi navê Ocalan Ebas nerînen xwe bi wî rengî anî ser ziman:
“Berê em gotineke bikin em hemû Şehîden Kurdistanê bi bîr tinên bi taybet jî Şehîden em we deme ku di encama topbaran de, komkûjiyên ku dewleta tirk pêk bîne em bi bîr tinên û xwe li hember hemû hevalên ditewînin. Dewleta tirk a dagirker dixwazê hêviya civakê bişkîne. Tişteke ku dixwazê bide avakirin civakêke ku bê hêz be, civakekê bê madiyêt be, civakekê ku ser hişê xwe çû. Wî tiştê dixwazê bi taybetî di civakê Rojihilatê û Bakur Suriyê bide avakirin.
Wan tiştan çima dike? Çima êrîşên xwe jî di demên dawî bi bandorekê pir mezin li ser civakê bike? Çima, sebeb çiye? Rastî jî dewleta tirk li çiyayên azad pir derbeyên mezin dixwe, derbeyên leşkerî dixwe, pir windahîyên mezin dide jî. Beramberî wê jî tene tişten ku dikarê bike û xwe te de hêz bibinê jî êrîşa ku li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tîne. Minak li ser cihên xwezayî, cihên petrolê, cihên genim, cihên nan, cihên avê. We dide îspatkirin bê hêzbûna wan, bê aqîlê wan.
Li ser wî esasî jî berxwedaniya ku gelê me dimeşînê rastî jî bêhempayê. Him şehadetên rojana didin, him berxwedanê ku roj bi roj te kirin. Her rojekê jî dîrokêkê. Rastî jî rojekê ku em niha jiyan dikin dîrok bi xwe ye, dîrok binevise. Şehadetên ku em didin, qeyden ku em didin, lê tekoşîna me, azadiya ku em di dilê xwe de dayê avakirin hertim berdewam be. Em ê hertim na tene faşîsma tirk li hember her cûre faşîm tekoşin bimeşinin.”