KOBANÊ – Dewleta Tirk a dagirker a 25’ê Kanûnê 2021’ê li ser akademiya ciwanan a Kobanê, Heval Viyan Serhed, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa, Welîd Menal, Murhef Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm bi bilafire bêmîrov şehîd xistin. Ji bo bîranîna şehîdên ciwanan, gelek çalakî li seranserê bakur û rojhilata Sûriyê pêk tê. Li bajarê Kobanê, ji bilî çalakî ji bo bîranîna şehîdan û temaşekirina sinevyzion, bi sedan ciwanên beşdarî meşêk bûn ji bo her 6 şehîdên ciwanan bi bîr bînin.
Meş li Qada Miqtel dest pê kir û heya Dinara Garace meşiya. Di nav meşe de dewleta faşîst a Tirk êrîşî li cihê ku ciwan kom bûn, lê bi wêrekî û bê tirs, ciwanan di nav meşe de dirûşmên “TOLHILDAN” û “ŞEHÎD NAMİRİN” jî bi hêztir gotin.