ŞEHBA – Îro bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma Efrîn-Şehba ji bo şehîdên Kobanê û şehîd Nûjiyan Ocalan çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Ciwanên ku xwestin di salvegera şehadeta Şehîd Nûjiyan de bibîr bînin, danê nîvro serdana malbata şehîd Nûjiyan kirin. Piştre derbasî Goristana Şehîd Ahrasê bûn û di şexsê şehîd Nûjiyan de ji bo hemû şehîdan deqeyek rêz hat girtin.
Li dû deqîqeya rêzgirtinê, Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Zeynep Îbrahîm axaftinek kir. Îbrahîm bi bîranîna şehîdên Kobanê dest bi axaftina xwe kir û ev tişt gotin: “Em di şexsê Şehîd Nûjiyan û Şehîd Viyan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Şehîd Nûjiyan weke pêşengekî ciwan di gelek çalakiyan de cih girt. Li ser vê bingehê. Ji bo xizmeta gelê xwe bike berê xwe da refên azadiyê. Fikrên Rêber Apo û Felsefeya wîli her kesî belav dikir. Ji ber vê yekê bû hedefa destên xiyanetkaran û şehîd ket.”
Îbrahîm diyar kir ku xwîna şehîdan wê erdê nemîne, çalakiyên gerîla jî silav kir û diyar kir ku ew weke jinên ciwan û ciwan wê têkoşînê bilind bikin.
Piştî axaftinê dirûşmeyên Şehîd Namirin Bê Serok Jiyan Nabe Jin Jiyan Azadî hatin berzkirin û ji bo şehîdan mûm hatin pêxistin.