REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Reqayê ji bo bîranîna şehîd Nûjyan Ocalan, Viyan Kobanî, Rojîn Îsa, Welîd Menal, Murhef Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm, ku di encama hedefgirtina akademiya ciwanan a Kobanê a 21’ê Kanûnê 2021 de şehîd bibûn, çalakiyek li dar xistin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê ve Mehmûd El-Xelef axivî û mûm hatin vêxistin. Piştre sînevîzyonek li ser her 6 şehîdan hat temaşe kirin û daxuyaniyek ji aliyê berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Letîfe El-Hesen ve hate dayîn û têde êrîşên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kobanê û Qamişlo diqewimin hatin şermezarkirin û çalakiyên gerîla li çiyayên Kurdistanê hatin pîroz kirin.