KOBANÊ – Dûh di salvagera duyemîn ya şehadeta Viyan Serhed, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa, Welîd Menal, Murhef Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm Ciwan û Jinên Ciwan ya herema Firatê şehîden xwe bi meşekê bi bîr anî.
Nûçegihanên me di we meşê de hazîr bûn û bi Ciwan û Jinên Ciwan ku we meş tevlî bûne axifî.
Yek ji wan ciwananê bi navê Hîlal diyar kirîbû ku we rojê ji bo xebatê ciwanan giringê û pewistê bersivekê xort li hember wan şehadetan were dayn û got: “Dewleta dagirkeriya Tirk dixwazt tinebûna ciwanan avabike, ama ev di dewleta Tirke re çep bizivire. Helwesta Ciwanan hin zedetir xurt bû, hin zedetir Ciwan bi hêz û moral bûn. Ji bo we yeke êm bi sozdayna xwe li hember Hevalên Şehîd dubarê bikin. Em soz didin em ê xwewn û xeyalên wan Hevalan giştî pêk binên”
Ciwanêke ditir bi navê Hamed nerînên xwe li ser wan Hevalan Şehîd bi wî rengî anî ser ziman:
“Ji bo bîranina Şehîden me îro meşa Şehîdanê. Em tu carî Şehîden xwe ji bîr nekin. Wan di dilê me de saxên. Em îro ji bo Şehîden xwe li wedere li Kobanê saxên. Eger Şehîden me nebe em tu carî bi sernekefin. Hemû gelê me Kurd giştî rabê ser piyan, rabê tevlî me bibe ji ber îro em hene ji bo Şehîden xwe em hene.”
Jinê Ciwan bi navê Avaşîn Misto jî nerînên xwe bi ajansa me parve kir û got:
“Îro bîranin ji bo her 6 Şehîden me ku di 24’ê Kanûnê di 2021’an de bi destê dewleta Tirk ya faşîst bi balafirên bê mîrov hatin hedef girtin. Ji ber ku dewleta Tirk hêza wan hevalan naskirîbû, hêza wan tirsiya û xistiyê hedefê. Ji bo wan û wan êrîşên ku ser me tên em wekî ciwan dimeşin û helwesta xwe diyar dikin. Di we keliya di meşê de jî lêdan li ser hemremê me tê çekirin. Lê em hertim li hemberî we ledana bi helwestên û em dev ji doza xwe bernedin.”
Di we dîmenê de jî diyar dibê çawa piştî metîngê meşê dûman di nava xaniyan derdikeve. Ciwanên û Jinên Ciwan li herema Firatê bi rêze çalakiyên xwe di we rojê de ku dewleta dagirkera faşîst ya Tirk li bajarên Kobanê, Qamişlo û cihên ditîr bombardemanên giran pêk anî, diyar kirin tu kese wan dijminekê hov netirsê û şûna we jî hesta Tolhildanê bilindtir dibin.