DÊRÎK – Îro Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrîk ji bo silavkirina çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG û YJA-STAR li dijî artêşa Tirk a dagirker û ji bo şermezarkirina êrîşên hewayî yên dawî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekî meşaleyî li dar xist.
Di dawîyê meşê de deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdan hat girtin û piştre jî daxuyaniyê Yekîtiyê Jinên Ciwan ji aliyê Zîlan Efrîn hat xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Heya niha li ser gelê Kurd hezaran qetliyam hatin kirin. Her çiqas gelê me bi tunebûne re rû bi rû dibîne, xwe disipêre çiyayên xwe û xwe ji tunebûnê xilas dike. Rewşa gelê kurd heya astekî vî rengî bû, taybet ev 45 sal bi pêşengtiya PKK yê bi cesaret û îradeya gerîlayên azadiya Kurdistanê ev rewş hat guhertin. Her carî ev gelê me ji bo ku tune nebe hebûna xwe bidomîne vedikişiya çiya.
Niha jî fikir û felsefeya Serok Apo û pêşengtiya gerîlayên azadiya Kurdistanê welatekî azad ava dikin û dîrokekî nû dinivîsînin. Ev dîrok bi pênûs nayê nîvîsandin. Bi xwîna keç û xortên vî gelî tê nîvîsandin. Hedef û armanca dijmin ew e ku gerîla tasfiye bike û gelê me tune bike. Dijmin baş dizane ku tasfiyekirina gelê kurd bi tasfiyekirina gerîla derbas dibe. Ew êrîşên hovane ji bo vî ye. Gerîlayên azad ên Kurdistanê ku fedayîtî û îradeya Apoyî ji xwe re kirin rêbazekî jiyanê û di taktîkên gerîlatiya dema nû de bûn profesyonel, careke din nîşanê dost û dijminan dan ku gerîla têk naçe. Dîsa îspat kirin ku gerîla hêviya azadiya gelê me ye. Herî dawî jî em wek Jinên Ciwan soza bilindkirina tekoşînê didin û dibêjin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were emê di nav çalakiyan de bin. Careke din em çalakiya gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo xwe wek xeta esasî ya çalakî û berxwedanê dibînin di vê pêvajoyê de.”