GEVER – Li Geverê, ji aliyê Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çekdar Oremar ve bi çalakiyekê ve berxwedana gerîlayên ku derbên giran li dewleta Tirk a faşîst a dagirker xistin, hat silavkirin. 25’ê Kanûnê saet di 22.30’an de li Taxa Şehîd Egîd Civyan, yekîneyên Tolhildanê bi molotof û fîşekên hewayî li dijî panzêrên ku dewriye dikirin çalakiyek hate lidarxistin. Piştre çalakî ji aliyê ciwanan ve çalakiyên gerîla bi fîşekên hewayî ve hatin pîrozkirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.
Li gorî agahiyên ji Yekîneya Tolhildanê hatin girtin, piştî çalakiyê polîsan bi awayekî bêhemdî fîşekên lastîk û bombeyên gazê avêtin taxê, demeke dirêj tax dorpêç kirine.