KOBANÊ – Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê, li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Meşê ji Qada Azadî destpê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên “Soza me tolhildan e”, “Bijî berxwedana gel” hatin qîrîn. Piştî ku meşvan gihîştin ber konê çalakiyê ku ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatiye destpêkirin, mîtîngek pêk hat.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Adil Hecî daxuyaniyek da. Adil Hecî bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û got, “Ji bo civakeke azad û wekhev di nava lêgerîn û berxwedanê de ne.”
Adil Hecî girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne silav kir û got, “Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk gelê me li ber xwe dide. Berxwedana ku li çiyayên azad tê kirin, li devereke din a cîhanê nehatiye kirin. Berxwedaneke bêhempa û dîrokî ye. Em berxwedana hevalan silav dikin. Dewleta Tirk bi salane ji bo ku vê civakê qir bike û tune bike serî li her rêbazê didin. Lê em ê her tim rêya berxwedanê bişopînin.”