REQA – Îro tevgerên ciwanan li bajarê Reqayê sempozyûma Sosyolojiya Azadiyê bi dirûşmeya “Bi rêbazên sosyolojiya azadiyê em ê pirsgirêkên ciwanan çareser bikin” li dar xistin. Ev çalakî di çarçoyê hemleyê navnetewî “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de hat li dar xistin.
Ciwan bi navê Ehmed bixêrhatina beşdaran kir û ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre rêziknameya sempozyum ji aliyê Letîfe El-Hesen ve hate xwendin.
Zewaca keçên bi temenbiçûk, bikaranîna madeyên hişbir û koçberî wek mijarên sereke hatin diyar dirin. Piştre jî derseke li ser zewaca bi temenê biçûk ji aliyê ciwana bi navê Feyrûz ve hat dayîn.
Piştre sînevîzyonekî li ser zewaca bi temenê biçûk hat nîşan dan. Jin û xortên ciwan li ser zewaca bi temenê biçûk, metirsiyên wê û çawaniya xilasbûna ji wê nîqaş kirin.
Piştî wê derbarê madeyên hişber de ciwanê bi navê Mazlûm nivîsekî xwend û piştre jî li ser madeyên hişbir, zerarên wan û bandora wan a li ser jiyana ciwan û civakê de sînevîzyonekî hat temaşe kirin.
Li ser vê mijarê, ji aliyê amadebûyan ve li ser zirarên madeyên hişber û tedbîrên pêwîst ji bo kêmkirina diyardeya madeyên hişber û çareseriyên ji bo rawestandina vê pirsgirêkê hatin nîqaş kirin.
Ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mehmûd Aderî nîvîsekî hat xwendin û piştre jî sînevîzyonek li ser koçberî û sedemên wê hat temaşekirin.
Di dawiyê de encamnameya sempozyum ji aliyê Buşra El-Ehmed ve hate xwendin.