NAVENDA NUÇEYAN- YCWK (Yekitiya Ciwanên Welataparêz ên Kurdîstan) bi daxuyaniyeke nivîskî li ser hesabên xwe yên medyaya sanal ragihand ku ji bo silavkirina berxwedana gerîla li Mêrsîn û Rihayê çalakî li dar xistin. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku ew ê li hemberî êrîşên li dijî Rojava bêdeng nemînin.
Daxuyaniya YCWK’ê wiha ye:
Ji yekîneyên me yên YCWK’ê yên Mêrsîn û Rihayê çalakî!
Yekîneyên me 25’ê Kanûnê di saet 00.20’an de wesayîta karkerên gumrikê ya li ser rêya Mêrsîn/Erdemliyê bi awayekî kontrolkirî şewitandin.
Her wija di 25’ê Kanûnê de saet di 02.25’an de yekîneyên me li ser rêya Riha/Antepê li dijî frekansa radyoyê yên dewleta faşîst a li ser rêya Rihayê çalakiyek pêk anîn.
Çalakiyên me ji bo silavkirina berxwedana mezin a gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ku rê li ber dagirkeriyê venekir û bi berxwedana xwe ya destanî îlham da me, hatin lidarxistin. Di heman demê de em careke din dubare dikin ku em ê li hemberî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin û her tim bi çalakiyan piştgiriyê bidin gelê xwe.
Bijî Serok Apo
Bijî YCWK