AMUDÊ – Li navçeya Amûdê li pêşiya Qada Şehîd Cîhad bi dehan ciwan û hemwelatiyên navçeyê beşdarî meşa meşaleyî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, bûn. Meş ji aliyê ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan a Amûdê hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmayên “Na ji dagirkeriyê” û “Na ji îxanetê re” hatin berzkirin.
Meş li navenda ciwanan bi daxuyaniyekê ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Sîdra Elî dest pê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişenli dijî herêmên Rojavayî Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku aramî û îstîqrara herêmê têk bibe.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker vîna ciwan û gel lawaz nekin, ji wê zêdetir dê ciwan êrişên dagirkeriyê têk bibin û soza xwe ya tolhildanê dubare dikin.
Bi diruşmayên“Bijî Rêber Apo“ Bijî şoreşa Rojava“ meş bi dawî bû.