HELEB – Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê ji aliyê endamên xwe ve semînerek li ser polîtîkayên zayendperest ên li ser jinan li dar xist. Çalakiya 3 rojan a ji aliyê Kongra Star û Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîtiya Jinên Ciwan ve di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd” ku 3 rojan dom kir, duh bi dawî bû. Çalakiya ku li kafeya Telêt a Taxa Şêxmeqsud a Helebê dewam kir, gelek kes, saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan, komîte û meclîsan amade bûn.
Piştre jî di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ya Yekîtiya Jinên Ciwan de pirsgirêkên jin û bi taybet jinên ciwan hatin jiyan dikin wek polîtîkayên zayendperest, komkujî, tundî, tacîz û tecawiz hatin nîqaşkirin. Di semînera ku bi dehan jinên ciwan beşdar bûn de; Hat nîqaşkirin ku divê jinên ciwan li dijî polîtîkayên îmha û koletiyê yên li ser wan tên meşandin têbikoşin.
Di nîqaşan de bal hat kişandin ser Îdeolojiya Jina Azad a ku ji aliyê Rêber Apo ve ji bo jin bigihêjin azadiya xwe hatiye afirandin û hate gotin ku divê jinên ciwan li ser vê bingehê xwedî li vê fikrê derkevin.
Semîner bi dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.