ŞEHBA – Îro li Şehbayê di bin pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Şehba û Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke dirêj hat lidarxistin.
Ciwanên Şehba û Helebê di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji navçeya Fêfînê heya navçeya Ehrezê meşeke girseyî ya dirêj ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li dar xistin, meşê ji Fafînê de bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedan Îmraliyê” û “Bijî Berxwedana Gerîla” bi coş, moraleke bilind û hêrsa tolhildana li dijî dagirkeriya tirk dest pê kir.
Ciwanan bi vê coşa xwe û wêneyên Rêber Apo heya navçeya Ehrezê meşa xwe ya dirêj dewam kirin. Piştî wê ciwanan meşa xwe li navçeya Ehrezê veguherandin mîtîngê û deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan hate girtin. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehba û Efrînê Emîne Hec Ebdo axaftin kir û da zanîn ku komplo di bin serê CPT û rêxistinên mafê mirovan de di derheqê Rêber Apo de tê kirin, li aliyê din diyar kir ku li ser Rêber Apo êşkenceyeke siyasî bi zanebûn heye, lê Rêber Apo li ber xwe dide, ji ber vê yekê jî ewqas êrîş li dijî Gerîla pêk tên.
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha da zelalkirin, wê hemû gelên azadîxwaz û aştîxwaz bigihêjin serkeftinê, nêzîkatiyên li ser Rêber Apo nêzîkatiyên li ser gelê kurd in, pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li her deverên weke Ewropa, Rojava û tevahî Kurdistanê dewam dikin. Di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê weke Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin.
Her wiha li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xalid Xalid axaftin kir û diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser hemû ciwanan, jinên ciwan û gelê Kurd e. Li aliyê din soza bilindkirina berxwedanê li dijî hemû êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û gerîlayên azadiyê da.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn çalakî bi soza bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.