QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo di bin pêşengtiya Înîsiyatîfa Gel meşekî tê li darxistin li dijî êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hedefkirina saziyên medenî, binesazî û noxteyên eskerî, ku tê de 9 welatî şehîd bûn.
Meş bi beşdarbûna hezar zarok, ciwan, jin û mêr li ber Dermanxaneya Deham dest pê kir û wê li çarxereya Tîmsal bi mîtîngekî bi dawî bibe.