ŞEHBA- Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêber APO şermezar kir.
Beşdarên meşê têkildarî meşê ji ajansa me re axivîn.
Emîne Hec Ebdo diyar kir ku Rêber APO çareseriyê ye û wiha got: “Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên tevahî cîhanê ye. Em ê heya azadiya fizîkî ya Rêber APO çalakiyên xwe bidomînin. Sala 2024’an dê bibe sala azadiya Rêber Apo.”
Her wiha ciwanê ji Helebê Reşîd Mihemed jî diyar kir ku ji bo Rêber APO ciwan dê her tim li qadan bin.
Ciwana ji Helebê Hêva Bekir jî destnîşan kir ku sala 2024’an dê bibe sala azadiya Rêber APO û sala aramiyê û wiha anî ziman: “Tank û topên dewleta Tirk a dagirker nikarin vîna ciwanan têk bibin. Rêya çareseriyê Rêber APO ye.”