NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK (Yekitiya Ciwanên Welatparezên Kurdîstan) li ser hesabên xwe yên medyaya virtual bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Edene û Mêrsînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li ser Rojava çalakiyek hatiye lidarxistin.
Daxuyanî wiha ye:
“Li hemberî êrîşên li Rojava ji aliyê yekîneyên me ve 2 çalakî!
Dema ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê li hemberî berxwedana gerîla ya destan şikestineke mezin xwar, ji bo têkçûna xwe veşêre û komên faşîst motîve bike, cih û warên sivîlan û çavkaniyên jêrzemînê yên li Rojava hedef girt û komkujî pêk anî. Em weke ciwanên Apoyî diyar dikin ku li hemberî van êrîşan em ê li hemû bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê li dijî çeteyên faşîst ên dagirker bikevin nava liv û tevgerê.
-Li ser vî esasî roja 25.12.2023’an saet 02.45’an li ser rêya Edeneyê/Mersînê cihê karê kesê ku ji aliyê yekîneyên me ve wekî alîgirê dewleta faşîst a ku êrîşên xwe yên li ser Rojava didomîne, hate şewitandin.
-Di 27.12.2023’an de saet di 02.10’an de li ser rêya Mêrsîn/Erdemliyê depoya kesên ku bi hikûmeta faşîst re hevkariyê dike hat şewitandin. Di depoyê de zirara madî çêbû.”