Gerîla Şerda Azadî: “Em ê bi ruhê fedayiyane tevbigerin”

Gerîla Şerda Azadî diyar kir ku gerîla hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber APO digirin û got, “Em ê di sala 2024’an de bi pêşengtiyeke xurtir û ruhekî fedayiyane tevbigerin.”

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di sala 2023’an de li hemberî dewleta Tirk a dagirker operasyonên şoreşgerî yên serkeftî pêk anîn û derbên giran li dagirkeran xistin. Ji gerîlayên YJA Starê Şerda Azadî girêdayî şer û berxwedaniya ku sala 2023’an hatî raberkirin ji ANF’ê re nirxandin kir.

Gerîla Şerda Azadî diyar kir ku gerîla di sala 2023’an de bi ruhê fedayî bi ser dagirkeran de çûn û wiha got: “Me sala 2023’yan şerekî pir dijwar derbas kir. Dijmin çekên kîmyewî û her cureyê kiryarên qirêj li hemberî me bi kar anî. Tevî her zor, zehmetiyê û derfetên kêm çalakiyên mezin hatin li darxistin. Heval bi têkoşîn û berxwedaneke pir mezin, bi ruhekî fedayiyane bi ser dijmin de çûn. Heval heya hundirê çeperên dijmin çûn û lêxistin ev hemû nîşaneya xetimîna dijminê li hember me. Tu hêz nikare li hember îradeya gerîla bisekine. Li hemberî hemû êrîşan me nişan da ku em ê serkeftinê bi dest bixin. Di heman demê de li ser gelê me jî gelek êrîş û kiryarên kirêt hatin meşandin. Ev yek kîn û hêrsa me mezintir kir.  Lewre em ê bi hêza xwe van êrîşan hemûyan û tecrîda li ser Rêbert APO vala derxin.”

‘BI ÇALAKIYÊN XWE PEYAM DAN DIJMIN’

Şerda Azadî anî ziman ku çalakiyên gerîla yên bi bandor hemû ji bo dijmin peyamek bûn û wiha domand: “Sekna fermandar heval Leyla ku gihîşte şehadetê, hêzeke xurt da me. Sala beriya wê heval Rûken, heval Sara li Mersînê çalakî pêk anîn. Îsal jî heval Erdal, heval Rojhat li Enqereyê çalakî pêk anîn. Ev hemû ji bo dijmin peyamên pir xurt bûn. Tê de gotin hûn çi bikin jî hûn nikarin li pêşiya me bibin asteng. Ew heval ji bo me bûne dîrok û ruhê APOyî dane nîşandan. Me ji van çalakiyan hêz û moral girt û em ê şopdarê rêya wan hevalan bin. Em mirovên di armanca xwe de kilît bûne ne. Lewre wê dijmin tu caran ji van êrîşên xwe sûd negire û em ê her tim êrîşên wan vala derxin. Em hêza xwe ji fikir û felsefeya Serokatiyê digirin, lewre teqez di dawiyê de em ê serkeftinê bi dest bixin.”

‘EM Ê BI RUHÊ FEDAYIYANE TEVBIGERIN

Şerda Azadî di dawiya axaftina xwe de li ser rola gerîlayên jin rawestiya û wiha pêde çû: “Bi giştî şerê sala 2023’an de rola jinan diyarker bû. YJA Star çalakgerî û berxwedaniyên pir mezin raber kir. Weke hevalê jin erk û misyonê ku Rêbertî daye ser milên me em ê bi cih bînin. Di warê taktîk de jî hîn bêhtir nûbûyînekê ava bikin, pêşengtiyeke xurtir bikin, bi îradeyek xurt û ruhekî fedayiyane em ê tevbigerin. Sala 2024’an wê bibe sala serkeftinê, wê bibe sala şikandina tecrîda li ser Rêber APO. Di Kurdistaneke azad de, bi gelekî azad re em ê bijîn. Îdiaya me ev e ku di şoreşê de hîn bêhtir pêşketin û nûbûyînê çêbikin. Weke jin em bi biryar in ku çi dibe bila bibe em ê hîn xurtir tevlî bibin, wê serkeftin a me be.”

Nivîsa Pêş