KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê li navenda Şehîd Bawer Agir her 6 endamên tevgera ciwanan ku di 25’ê Kanunê 2021 de şehid bûne bibîranin.
Masûd Îbrahîm (Behdînan Kobanê) di êrişê dewleta Tirk de bi giranî birîndar bû û di 1’ê Çileya 2022 de şehîd bû. Îro saet 3 bi amadebûna malbata Şehûd Mesud û endamên tevgera ciwanan, Şehîd Masûd hat bibîranîn.
Di destpekê de deqeyekî rezgirtin hat girtin û piştre axaftin ji milê endama tevgera ciwana Silava Neasan hat kirin û giringiya vê rojê hat destnîşan kirin. Mûm hatin pêxistin û sînevizyonekî li ser her 6 şehîdên hat temaşe kirin. Çalakî bi siloganên “Şehîd Namirin” û “Bê Serok jiyan Nabe” bi dawî bû.