“Sala pêş de gelek tişt li benda me ne; ev serdemek dijwar e, di heman demê de pir dîrokî ye ku Vê ji bo pêşerojê bibe diyarker. Weke ajansa Nuçe Ciwan, girîngtir e ku êrîş û kiryaran bi mêyzandina ciwanên ku pêşengên civakê ne, ragihînin û pêşketinên heyî li seranserê cîhanê diyar bikin. Di çarçoveya xebatên çapemeniya azad de, em ê weke ciwan bi awayekî aktîf beşdarî bûyerên diqewimin bibin, bi lez û bez rapor bikin û li ser paşxane û naverokê bi taybetî ji bo ciwanan agahiyan bidin.
Di vê wateyê de weke Nûçe Ciwan ji bo sala 2024’an serketinê dixwazin, em dixwazin bi têkoşîn û berxwedaneke berfirehtir û bi biryar ve bi serkeftina ku wê bê re azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û ji bo têkoşîna çar parçeyên Kurdistanê heta tevahiya Rojhilata Navîn serdema demokrasî, azadî û gelan bide destpêkirin.”