BASEL- 33 meh in agahî ji Rêber APO nayê girtin ku 24 sal in li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Rêber APO ku mafên wî yên hevdîtinê ji destê wî hatiye standin û bi rewşa bêragihandinê ya mûtleq re rûbirû dimîne. 10’ê Cotmehê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi daxuyaniyeke hevpar li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin.
Piştgiriya ji bo vê kampanyayê ji beşên civakî yên cuda yên cîhanê berdewam dike. Dema ku qeyranên Modernîteya Kapîtalîst roj bi roj mezin dibin, beşên civakî yên li ser paradîgmaya Rêber APO weke rêya derketina ji van qeyranan gav bi gav mezin dibin. Rêber APO û fikrên wî ji bo kesên di qadên cuda de têdikoşin çavkaniya îlhamê ye. Endama Tevgera Gemeîrsam Kampfenê ya li Elmanyayê, Rûa Fîtko têkildarî pêngava ” Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” û girîngiya paradîgmaya Rêber APO ji ANF’ê re axivî.
‘RÊBER APO JI BO QEYRANA CÎHANÊ ÇARESERÎ PÊŞKÊŞ DIKE’
Rua Fîtko diyar kir ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber APO ji bo fêmkirina krîzên li cîhanê û sedemên wan girîng e û got, “Tevî ku paradîgmaya Rêber APO li Rojhilata Navîn û Mezra Botan pêşketibe jî, ev paradîgma ne tenê bi pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê re têkîldar e, lê ji bo qeyrana ku cîhan tê de ye jî çareseriyê pêşkêş dike. Mînak ev paradîgma ji bo welatê min Elmanya jî çareserî û perspektîfekê pêşkêş dike. Di heman demê de rêyek alternatîf ji krîzên ku ji hêla gelên Elmanyayê ve tê jiyîn pêşkêş dike.”
Fîtko got ku, “Paradîgmaya Rêber APO di heman demê de rê dide me ku em xwe weke kesayet fam bikin” û wiha domand: “Bi saya fikrên Rêber APO em dikarin xwe ji nû ve pênase bikin. Ew Rêberek girîng e.”
‘DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
Rua Fitko destnîşan kir ku Rêber APO li hemberî pergalên serdest alternatîfeke girîng pêşkêşî civakan dike û got, “Em tenê nikarin bi îdeolojiyên netew-dewlet ên îro serdest in ve girêdayî bin. Ya rast rêyeke duyemîn jî heye, Rêber APO di pirtûkên xwe de behsa vê rêya duyemîn dike. Bi gotineke din, rêyekê dide me ku civakên xwedî nirxên demokratîk dikarin bijîn. Rêber APO pêşkeş dike ku pergaleke bêdewlet, bêdesthilatdar çawa dikare bê avakirin. Paradîgmayên Rêber APO ne tenê rêbazek ji bo têgihiştina rastiya pergalên ku em tê de dijîn, di heman demê de ji bo ku di nava civakan de têkiliyek xurt were avêtin derfetek e. Rêber APO balê dikişîne ser girîngiya rêxistinbûna civakî ya li derveyî dewletê. Dewletên netewe her tim me bi nasname, zayendperestî, yanî cudahiyên me ji hev vediqetînin. Li hemberî van divê em hevpariyên xwe xurt bikin. Weke tevgerên li deverên cuda yên cîhanê, divê em têkiliyên di navbera xwe de xurt bikin û bi hev re têbikoşin.”
‘RÊBER APO JI BO JINAN PERPEKTÎFÊN GIRÎNG DERDIXE HOLÊ’
Rua Fîtko bal kişand ser girîngiya fikrên Rêber APO ên ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Jinan û got, “Li gorî min tişta ku nêrînên Rêber APO ji bo tevgerên jinan girîng dike ew e ku ne tenê pêşniyaran dike, di pratîkê de jî bersivê dibîne. Rêber APO tenê nabêje divê jin xwe birêxistin bike, bi qasî ku ez ji Rêber APO fêm dikim hewl dide jinan fêm bike û çawa ku jinan fêm dike daxwazên jinan şênber dibe. Ew pêdiviyên jinan baş dibîne û di vê xalê de li ser rêxistina wan perspektîfên girîng pêşkêş dike. Em van tiştan li deverên cuda yên cîhanê nabînin. Di vê wateyê de paradîgmayên Rêber APO ji bo jinan xwedî cihekî pir taybet e.
Di salên dawî de têkoşîna jinan li cîhanê gelekî zêde bûye. Lê di heman demê de bihêzbûna pergalên faşîst û baviksalarî jî heye. Li aliyê din bi paradîgmayên Rêber APO em dikarin li hember her cure polîtîkayên li dijî jinê tê pêşxistin bibin bersiv.”
‘DEMA KU PARADÎGMA TÊ FÊHMKIRIN DAXWAZA AZADIYA JI BO Rêber APO MEZIN DIBE’
Rua Fîtko jî destnîşan kir ku şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêber APO ji bo wan nayên qebûlkirin û destnîşan kir ku pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” divê ji aliyê hemû beşên civakî ve bê qebûlkirin. Rua Fîtko got, “Ev kampanyaya ji bo azadiya Rêber APO ne tenê bi pêşniyara tevgera Kurd destpê kir. Ev kampanya di encama têkiliyên dawî yên ku bi beşên cuda yên civakî re hatin avakirin û pêş ket. Ji ber ku van beşên cuda yên civakî Rêber APo fêm kirin, pêşniyar kirin ku ji bo azadiya Rêber APO kampanya bê meşandin. Ev kampanya beriya her tiştî di encama bersivdayîna paradîgmaya Rêber APO a di nava gel de derket holê. Mirov çiqasî Rêber APO fêm bike, ewqasî hembêz dike û azadiya wî dixwaze. Min heta niha kampanyayeke wiha mezin a azadiyê nebihîstiye. Divê ev kampanya heta ku encam bistîne hîn zêdetir were hembêzkirin û berfirehtir bibe.”
‘DEMA KU Rêber APO AZAD NEBE CIVAK AZAD NABIN’
Rua Fîtko bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber APO a ji bo jinan û got, “Divê azadiya Rêber APO ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin be. Bi taybetî em jinên li Ewropayê divê baş bifikirin ka şert û mercên tecrîda li ser Rêber APO ji bo me tê çi wateyê. Divê em qebûl nekin ku ramangerekî girîng ê azadiya jinê di girtîgehê de ye. Azadiya Rêber APO û azadiya jinan bi hev ve girêdayî ne. Heta ku Rêber APO azad nebe, civakên mexdûrên pergala ku em tê de dijîn nikarin azad bibin.”