MEXMÛR- Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî sala 2024 bi gerana kosegerî ku weke kevneşopiyekê heta roja me ya îro hatiye, li xelkê wargehê pîrozkir.
Li Wargeha Penebaran a Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûrê sala nû bi pêşengtiya navenda Çand û Huner a Mexmûrê û stêra zêrîn ve bi gerana kosegerî hat pîrozkirin.
Weke tê zanîn kosegerî di nava çanda Kurd de weke kevneşopiyekê ye, her sal bi gerandina kosegeriyê ya li nava wargehê bi dehol û Erebaneyan tê pîrozkirin, îsal jî bi gerandina kosegerî sala nû pîrozkirin.
Pîrozbahî ji Navenda Çand û Hunerê destpêkir û li Meclîs, Şaredarî, dikan û tevahî wargehê geriyan û sala nû pîrozkirin.
Bi gotinoka serê salê binê salê xwedê kurek, an jî keçek an jî bûkek bide malê serlêdana mal bi mal û semt bi semt hatine kirin.